Tebax 06, 2025 19:55 Asia/Tehran
  • Destdirêjîya nû ya Rejîma Sîyonîst li Quneyterê

Rejîma Sîyonîst careka din di çarçova destdirîjêyan da êrişî başûra Sûrîyê kir.

Leşkerên Rejîma Sîyonîst êrişî gundê Qehtanîye li derdora Quneyterê kirin û bi vê hecetê ku ew gunda nêzîkî binkeyên Rejîma Sîyonîst e, malê wan kavil kirin.Ev êrişên Rejîma Sîyonîst di encama hevdengî û bêdengîya Colanî serokê hikûmeta demkî ya Sûrîyê da tên pêkanîn.Berî vîya Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê jî ragihand ku leşkerên Rejîma Sîyonîst di çarçova destdirêjîya ser başûra vî welatî da dest bi lêgerîna malên welatîyên sûrî û kavilkirina wan kirin û herwiha xalên lêgerînê danîn û ber bi sivîlan va gulle avêtin.

Serepeyv