Çile 04, 2025 16:00 Asia/Tehran

Ehmed Colanî ku bi kivşkirina dewreke çarsalî ji bo hilbijartinê, hema eşkere dil heye xwe wek serokomarê Sûrîyê bide nasandin û bêyî dewleta resmî û rewabûnê hikimdarîyê li vî welatî bike, tevî helwestên nerm ku digire ber xwe, bere bere nêta dilê xwe aşkira dike.

Sûrîye piştî alûgurên lezgîn ên di yek meha buhurî da ji wan ketina hikûmeta vî welatî, nika di qonaxeka veguhestina desthilatê da ye ku armanc ji wê, danîna bingehên pergaleke sîyasî ya nû ye.

Usa ku hikimdarên nû yên Sûrîyê idia dikin, ev welatê girîng ê ereb bi dû avakirina pergaleke sîyasî ya demokiratîk  û azad e, lê gelo ev armanca yê serê xwe bigire yan na ? Nemaze li gorî pirsgirêk, hevkêşî û berbendên zûdem ku Sûrîye demlidest piştî ketina hikûmetê pêrgî wan bû, di serî da jî çevberdan û destdirîjêyên bêsînor ên Rejîma Sîyonîst û Tirkîyê ser Sûrîyê.

Sûrîye welatekî istiratejîk di cîhana ereban da û yek ji xîmdarên Yekitîya Ereban tê hesêb. Tevî ku hikûmeta demkî ya Sûrîyê basa peywendîyên baş bi hemî welatên ereb û cînar ra dike, di sîyaset û peywendîyên derve yên vî welatî di dewra nû da gellek xalên nezelal hene.

Colanî çend rojan berî nika di hevpeyvînekê da idia kir ku yê serederîya hibmerî hemî hêz û tevgerên sîyasî û îdolojîk û herwiha hemî ol û mezheban ji wan elewîyan yeksan bike, bêyî ferq û cidatî û yê gişka gazî Konfiransa Gotûbêja Netyewî bike.

Lê tevî helwestên nerm û navînrê û helbet biguman ên Colanî, di qonaxa nû da gellek hevkêşî, berbend û pirsgirêk pêşberî Sûrîyê û gelê vî welatî hene.

Di her halî da, divê meriv çavlirêya roj û hefteyên ku tê  be; nemaze ku dema ku Konfiransa Gotûbêja Netewî ya Sûrîyê dest pê bibe, wê de ye ku yê rastî bere bere aşkira bibin. 

Serepeyv