Rejîma Siyonîst 10 navendên leşkerî yên nû li Sûriyê ava kirine
Tîrmeh 04, 2025 15:24 Asia/Tehran
Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku artêşa vê rejîmê li Sûriyê 10 navendên leşkerî ava kiriye.
Van çavkaniyan zêde kirin ku du navendên leşkerî li herêma Cebel El Şêx û heşt navendên leşkerî jî li Golana Sûriyê hatine damezrandin. Eva di halekî de ye ku çavkaniyên herêmî yên Sûriyê berê ragihandibûn ku sê tirombîlên veguhestina leşkeran a Rejîma Siyonîst li nêzî sînorê Libnanê ketine taxên rojavayê Şamê. Ev hêz bi şeş wesayîtên leşkerî ketine herêmê. Çavkaniyên nûçeyan her wiha ragihandin ku helîborneke Rejîma Siyonîst 10 kîlometre dûrî paytexta Sûriyê ye. Operasyon pênc saetan dom kir û sê helîkopterên Rejîma Siyonîst li ser navendeke girêdayî garda berê ya serokomaratiya Sûriyê firîn û dengê hin teqînan hat.