Rûsiyê derbarê ji nû ve şandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Ukraynê hişyarî da
Tîrmeh 09, 2025 17:47 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê derbarê biryara Waşingtonê ya ji nû ve şandina alîkariya leşkerî bo Ukraynê hişyarî da.
Marya Zaxarovayê bal kişand ser wê yekê ku rayedarên Waşingtonê pêştir ragihandibûn, wan alîkariya leşkerî bo Kiyevê rawestandiye û piştî demekê qebûl kirine ku cardinê van alîkariyan bişînin û destnîşan kir ku encamên kiryarên wiha hîn nehatine nirxandin. Lê tiştê ku pir eşkere ye ev e ku berdewamiya şandina çekan bo Kiyêvê dê alîkariya çareseriya aştiyane ya pevçûnê neke û eva hema ev tişt e ku civaka navdewletî bi taybet welatên rojavayî, ewê dixwazin.