Tîrmeh 09, 2025 18:47 Asia/Tehran

Ebdullah Ocalan, rêberê girtî yê PKK di peyameke vîdyoyî de bidawîbûna têkoşîna çekdarî ya partiya xwe ragihand.

Di pêvajoya lihevkirina Ocalan û hikûmeta Tirkiyê de, Ebdulla Ocalan rêberê PKKê yê girtî îro di peyameke vîdyoyî de ragihand: Têkoşîna çekdarî himber Tirkiyê re bi dawî bûye û berdewamiya têkoşîna çekdarî dê rastî astengiyê were. Di vê vîdyoyê de ku wer tê xûyanê di 19ê Hezîranê de hatiye tomarkirin, wî gotiye: Divê ev çek bi eşkereyî werin danîn û ev peyam divê ji rayedarên peywendîdar û raya giştî re were ragihandin da ku şik û gumanên raya giştî ji holê rabin û rasitiya berpirsiyariya me were piştrastkirin û wî girêdayîbûna çekdanîna PKKê bi şertê  berdana xwe ra red kir û got: Min baweriya xwe bi hêza siyasetê û aştiya civakî heye ne bi çekan; û ez bang li we dikim ku hûn jî vê xalê pêk bînin.Di vê peyamê de, Ocalan bang li parlemana Tirkiyê kir ku komîteyek fermî jibo çavdêrî û pêşdebirina demajoya aşitiyê  ava bike. Ocalan her wiha got: Têperbûna xwebexşane ​​​​ji qonaxa têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve destkeftiyek dîrokî ye ji bo tevahiya gelê Tirkiyê.

Serepeyv