Du endamên DAIŞ`ê yên pisporê çêkirina bombeyan ji aliyê HSD`ê ve hatin girtin
Hezîran 12, 2025 16:21 Asia/Tehran
Du endamên DAIŞ`ê yên pisporê çêkirina alavên leşkerî û bombeyan di operasiyona hêzên HSD`ê li navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê hatin girtin.
Hêzên HSD`ê di daxuyaniyekî de ragihandin ku komek ji endamên DAIŞ`ê li bakûr û rojhilatê Sûriyê hatin nasîn û di encama operasiyonekî de du endamên vê komê ku pisporê çêkirina alavên leşkerî û bombeyan bû hatin girtin.
Navenda ragihandinê ya HSD`ê ragihand wan terorîstan li bajaroka Mensûrê li bakûr û rojhilatê Sûriyê girtine û karistanekî pisporiyê ya berhemanîna alavên birrîna dengan a li ser çekan, mayîn û madeyên teqandinê jî hatiye zevtkirin.