Iraqçî: Welatên navçê jibo rawestana li ber gefên Rejîma Siyonîst berpirsiyariya hevpar hene
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Welatên navçê û islamî jibo şermezarkirina destdirêjiya leşkerî ya Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser Îranê beerpirsiyariya hevpar hene.
Seyîd Ebas Iraqçî dema hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan re, destdirêjiya leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser Îranê û êrişa ser binkeyên navokî yên biaştî cinayeteke nayê baxşînê û destdirêjiya bêhempa ser aştî û ewlehiya herêmê û cîhanê da zanîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê êrişên Rejîma Siyonîst ser Îranê encama bêcezmayîna rejîma dagirker ya ji ber cinayetên ku li dijî gelê Filistînê kirîye û êrişa wê ya berdewam ser welatên din ên navçeyê da zanîn û tekez kir ku divê welatên herêmê bi berçavgirtina encamên xeternak ên ji ber zêdexwazî û serdestîxwazîya Rejîma Siyonîst, zêdetir ji bo xurtkirina bernameyên ewlehiyê yên navxweyî li ser asta herêmê hewil bidin.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî jî bal kişand ser helwesta isûlî ya vî welatî û welatên din ên herêmê ya şermezarkirina êriş û binpêkirina yekparçeyiya axê û serweriya neteweyî ya Îranê û pêgirî ser girîngiya hewldanên zêdetir ji bo girtina pêşiya alozbûna rewşê kir û amadebûna Erebistana Siûdî ji bo her cure alîkariyeke di vî warî de ragihand.
Seyîd Ebas Iraqçî bi Emîr Xalid bin Selman, Wezîrê Berevaniyê yê Erebistana Siûdî re jî civiya. Di vê hevdîtinê de, Wezîrê Berevaniyê yê Erebistanê bal kişand ser bandor û encamên xeternak ên qanûnşikênîya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst a himber aştî û ewlehiya herêmî û ser pêwîstiya hevkariya zêdetir a welatên navçê jibo rawestana li ber bêewlehîtî û sedemên bê istiqrariyê tekez kir .