Divê hemû Ereb berevaniyê li filistîniyan bikin, ji ber ku çarenûsa wan yek e
Di roja cîhanî ya hevgirtina bi gelê Filestînê re, Saziya Navdewletî ya Qudsê bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û berpirsên Sûriyê civînek lidar xist.
Ev civîn bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partî û çalakiyên gelanî û seferberiya gelanî û bi nûneratiya fermî ya serokkomarê Sûriyê li pirtukxaneya serokkomarê Sûriyê Beşar Esed li Şama paytexta vî welatî hat lidarxistin.
Buseyna Şeban,Şêwirmenda siyasî ya serokkomarê Sûriyê, di vê civînê de got: Divê hemû Ereb berevaniyê li filistîniyan bikin, ji ber ku çarenivîsa wan yek e.
Buseyna Şebanê got: Bûyerên ku li Sûriye û Filistînê diqewimin, ne tenê ji bo me Sûriyan an filistîniyan e. Ji ber ku em û ew Ereb in û çarenûsa hemû Ereban yek e, ji ber vê yekê her kesê ku piştgiriya Sûriye û Filistînê dike, bi rastî berevaniya li xwe dike, ji ber ku planên Siyonîzmê serdestiya li ser hemû navçê ye û armanca wê ne tenê awarekirina gelê Felestînê ye belkû dixwaze çanda Erebî û dîroka Ereban ji nav bibe û çanda siyonîstî li şûna wê daye, da ku bikare serweriya xwe ser hemû navçeyê bisepîne, ji ber vê yekê erka her yek welatên Erebî ye ku jibo berevaniya li xwe li kêleka Filistînê raweste û piştgiriya Filistînê bike.