Tîrmeh 02, 2023 15:17 Asia/Tehran
  • Hewldana Kurdên Sûriyê ji bo mehkemekirna terorîstên zîndanî, hevdem digel tevgerên Amerîkayê ji bo sûdwergitina dubare ji van terorîstan

Piştî ku wlatên ku welatiyên wan ên endamê DAIŞ'ê li nav zîndana Kurdên Sûriyê zîndanî ne, ji wergirtin an mehkemekirna van terorîstan pêşwazî nekirin, Kurdên Sûriyê tevî hebûna berbendaên heyî biryar dan van zîndaniyan mehkeme bikin.

Li gorî gotinên rayedarên Kurd ên Sûriyê nebûna rewatiya navneteweyî ya rêveberiya wan li beşeke axa Sûriyê, nebûna meyla welatan ji bo vegerandina terorîstîn zîndanî yên daiş'î, nebûna hevkariya navbera Kurdên Sûriyê û dewleta Şamê û nebûna îmkanan ji bo hilgirtina terorîstên zîndanî yên DAIŞ'ê bûne sebeb ku ew biryara mehkemekirina van terorîstan bidin.

Vê dawiyê Kurdên Sûriyê ragihandine ku ew ê hin dadgehan ji bo mehkemekirina bi hezaran gumanbarên endamtiya li DAIŞ'ê vekin.

Rayedarên kurd bi caran ji 56 welatên cîhanê xwestine ku welatiyên xwe yên endamê DAIŞ'ê ku niha di zîndanên wan d ne ji vê navçeyê derxînin an mehkeme bikin, lê van welatan ti meylek nîşanî vê pêşniyazê nedane.

Bedran Çiya Kurd Berpirsê karûbarên Derveyî yên Kurdan li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê tevî amajeya bi pisgirêkên ku van terorîstan ji bo an pêk anîne, got: Bi hezaran kes ji terorîstên bêrehm ên DAIŞ'ê li nav zîndanên me ne ku ev kes gefeke ewlehiyê li dijî me pêk tînin.

Wî drbarê hegera biryardana ji bo mehkemekirina terorîstên zîndanî yên DAIŞ'ê jî got: Ev terorîst 5 sal in ku li nav zîndanên me ne; hebskirina wan bêyî mehkemekirinê neqanûnî û berovajî pîvanên navneteweyî ye.

Ji aliyê din va, welatên biyanî nemaze welatên rojavayî naxwazin ku welatiyên xwe yên daiş'î werbigirin. Li gorî rapora herî dawî ya Navenda Zanyariyan a Kurdên Sûriyê, asta vegerandina salane ya welatiyên biyanî yên endamê DAIŞ'ê ji navçeya bin kontrola Kurdên Sûriyê di sala 2023an da gelekî kêm bûye. Rayedarên Kurd ên Sûriyê gotine, tevî pirsgirêkên heyî ti çareyeke wan ji bilî mehkemekirina van kesan tineye.

Di vê navberê da tevgerên amerîkyan ku carinan hin zîndaniyên DAIŞ'ê ji zîndanên bin kontrola Kurdên Sûriyê dedixin û digel xwe dibin, nîgeraniyê derbarê bikaranîna van terorîstan ji bo armancên amerîkî girantir kirine.

Nimûneya aşkira ya vê siyaseta dagirkerên amerîkî dikare di şêwirînên balyoza Amerîkayê li Bexdayê difgel hin rayedarên iraqî û derxistina hin zîndaniyên daiş'î yên iraqî ji zîndanên bin kontrola Kurdên Sûriyê were zanîn ku hinek ji kom û partiyên siyasî yên Iraqê ev siyaseta Amerîkayê şemezar kirine.

Bi her awayî, mijara îhtimala sûdwergirtina Amerîkayê ji terorîstên zîndanî yên DAIŞ'ê ji bo pêşdabirina armancên Waşîngtonê careke din rayedarên sûrî û iraqî nîgeran kirine û pêwîst e ku saziyên navneteweyî, nemaze NY di vî warî da çareseriyekê bibîne da ku cîhan careke din bêewlehîtiyeke din nebîne.

 

 

Serepeyv