Sibat 17, 2023 19:17 Asia/Tehran
  •  Rapor | Gellek awareyên sûrî piştî erdhejê ji Tirkîyê dizvirin warê xwe

Awareyên sûrî piştî erdheja giran a li Tirkîyê dizvirin welatê xwe.

Piştî erdheja giran a ku berbanga 6ê Sibatê li Tirkîyê qewimî, gellek aware û koçberên sûrî ku ji ber şêrr revîbûn Tirkîyê, nika dizvirin Sûrîyê.

Li gorî gotina rayedaran, zêde ji hezar û heft sed û nûd welatîyên sûrî ji roja Çarşemê va ji Tirkîyê zivirîne welatê xwe.

Li gorî rapora Rêveberiya Koçberîyê ya Tirkîyê, Heta destpêka Sibatê yanî kêmtir ji mehekê da, 46 hezar û 150 penaxwazên sûrî li şarê Gazî Entabê li başûr û 354 hezar penaxwaz jî li şarê Hatayê dijîyan.

Ji hêla din va Serokkomarê Sûrîyê Bişar Esed di axavtinekê da amajeyî dûhatên erdheja giran a vê dawîyê kir û got ku çavkanîyên neteweyî yên Sûrîyê di encama şêrr da ji nav çûne û imkanên ji bo sekinîna himberî qeyranan û karesatên xwezayî lawaz û kêm in û dîyar kir: “Ev karesata gelekî ji imkanên me berfiretir bû.”

Bişar Esed amajeyî hewlên dezgehên hikûmî, sazî û rêxistinên medenî, merivan û pêngav û alîkarîyên xwebexşane yên rizgarkeran kir û got ku pêngavên hanê ku ji bo mexdûrên erdhejê li Sûrîyê hatin rakirin ji bo kêmkirina dûhatên erdhejê û rizgarkirina birîndaran kêrhatî bûn.

Serokkomarê Sûrîyê di dewama axavtina xwe da amajeyî dûhatên navîndem û demdirêj ên erdhejê jî kir û got: “Erdhejê dûhat hene û wê bi mehan û salan di warên aborî û civakî da bi wan va mijûl bin û ev yeka hewcedarê hevdilîyê ye. Dûhatên erdhejê jî ser dûhatên şêrr û kavilkerîya terorîsmê û boykotan da hatin.”

Piştî erdhejên giran ên bi pilleyên 7.8 û 7.6 rîştêrî li bakurê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê, NY mukur hat ku hewla ji bo gîhandina alîkarîyan bo mexdûrên li Sûrîyê tûşî işkestê bûn.

Herwiha hejmara gorîyên erdhejê duh rabû 42 hezar kesî ku zêde ji 36 hezar kesî li Tirkîyê û nêzî 5800 kes jî li Sûrîyê bûne.

Serepeyv