Hejmara gorîyên erdhejê li Laziqîyeya Sûrîyê gihîşte 805 kesan
Sibat 15, 2023 14:03 Asia/Tehran
Hejmara gorî û birîndarên erdhejê li Laziqîyeya Sûrîyê jorda çû.
Çavkanîyên nûçeyan ên ser bi hikûmeta Sûrîyê ragihandin ku hejmara gorîyên erdheja li parêzgeha Laziqîyeyê ya vî wealtî rabû 805 kesan û ya birîndaran jî rabû hezar û 131 kesan.
Herwiha di encama erdhejê da heta vê gavê 103 avahî li parêzgeha Laziqîyeyê tam kavil bûne û 247 avahî jî tûşî zirarê bûne.
Li gorî agahîyan, zêde ji 142 hezar welatî li parêzgeha Laziqîyeyê ketine bin bandora erdheja vê dawîyê û gellek ji wan neçar mane ku li kempên ku hikûmetê danîne bisitirin û hinek jî çûne malên xizm û kesên xwe.Parêzgarîya Laziqîyeyê 47 kemp ji bo bicihkirina awarte ya xelkê danîne.