Sibat 08, 2023 13:54 Asia/Tehran
  • Dawîn alûgurên erdhejê li Sûrîyê; Şandina alîkarîyên Îran, Iraq û Rûsyê didome

Bidawîhatina gîhandina alîkarîyan li Hemayê, jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê li Laziqîyeya Sûrîyê û gihîştina karwanên hawargiheştinê yên Heşdi Şe’bîyê dawîn alûgurên têkildarî erdhejê li Sûrîyê ne.

Operasyona hawargiheştin û rizgarkirinê li parêzgeha Hemayê bi dawî hat û di encama erdheja ku berbanga Duşemê li vê parêzgehê da qewimî, 49 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarîya Laziqîyeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku hejmara gorîyên erdhejê li vê parêzgehê rabûye 389 kesan û ya birîndaran jî rabû 746 kesan.

Ji hêla din va karwanên hawargiheştin û rizgarkirinê yên gelanî û Heşdi Şe’bîyê ji bo alîkarîyê bidin welatîyan, ji derbasgehên sînorî yên Iraqê derbas dibin.

Sazî û dezgehên navneteweyî û welatên cîhanê jî alîkarîya bo Tirkîye û Sûrîyê dest pê kirine. Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê rakirina kavilan û rizgarkirina merivan didomînin.

Berbanga duh jî balafira Îranê ya hilgirê alîkarîyên mirovdostîyê li balafirgeha Şamê danî. Alîkarîyên Îranê 45 ton û ji xwarek, alav û kel û pelên tenduristî û dermankirinê pêk tên.

Wezîrê Niftê yê Iraqê “Heyyan Ebdulgenî” jî ragihand ku li gorî fermana Serokwezîrê Iraqê “Mihemed Şîya Sûdanî” ji bo şandina alîkarîyên demlidest bo Sûrîyê, karwanek pêkhatî ji 28 tankerên tijî benzîn û mazût digel kel û pelên din ên pêwîst bo mexdûrên erdhejê hat şandin.

Medyayên hikûmeta Sûrîyê ragihandin ku di encama erdheja li deverên di bin kontrola hikûmetê da herî kêm 812 kesan canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara gorîyan rabûye hezar û 832 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê “Fexreddîn Koca” jî di dawîn civîna çapemenîyê da ragihand: “Hejmara gorîyên erdhejê li vî welatî rabû 5 hezar û 434 kesan.”

 

Serepeyv