Cotmeh 16, 2022 14:56 Asia/Tehran
  • Rûsya baregehên çeteyên Tirkiyê yên li herêma Efrînê bombebaran kirin

Çiyayên navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê hin balafiran ve hatin bombebarankirin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, baregehên grûpa terorîst a Feyleqa Sêyem ji aliyê balafirên Rûsyayê ve hatine bombebarankirin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku balafiran çiyayên gundên Metîna, Qitme, Dêr Siwan û Kefir Cenê yên li navça Şera ya Efrînê bi 5 mûşekan bombebaran kirin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, balafirên şer ên Rûsî baregehên grûpa Cebhe El-Şamiyê û Siqor El-Şemal yên di navbera gundên Qitme û Baflûnê yên navçeya Şera bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 9 çeteyên din jî birîndar bûn. Her wiha hîn jî balafirên Rûsyayê li asmanê herêma Efrînê digerin.

Ev yek di demekê de ye ku grûpa Heyet Tehrîr El-Şam (El Nusra) ji roja 11ê vê mehê ve derbasî herêma Efrînê bûye, 13ê vê mehê ve bajarê Efrînê ji kontrola çekdarên Feyleqa Sêyem derxist û gihîştiye nêzîkî gundê Kefer Cenê.

Li gor zanyariyan, Şandeke Heyet Tehrîr El-Şam gihişte bajarê Ezazê û ligel serkirdayetiya Feyleqa Sêyem li nêzîkî deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Selame) civiya, bêyî ku heta niha agahî li ser encamên wê civînê bên belavkirin.

Serepeyv