Cotmeh 15, 2022 19:20 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê du gundên Efrînê topbaran dikin

Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Tinibê yê navçeya Şêrayê topbaran kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê îro êrişî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Tinibê yê navçeya Şêrayê yên girêdayê kantona Efrînê kirin.

Derbarê kuştî û birîndarên van êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê û herwiha derbarê xisarêmn madî yên van êrişan hîn ti nûçeyek belav nebûye.

Roj tine ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji erd û esmîn êrişî ser mal û milkên xelkê navçê neke. Di van êrişan de piranî xelkê sivîl ji wan jin û zarok dibin qurbanî.

Xelkê Sûriyê ji pêkhateyên curbicur yên wek kurd, ereb, tirkman û suryanî li gund û bajarên curbicur ên bakur û rojhilatê Sûriyê ku her roj van êrişan bi çavên xwe dibînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî van herêman şermezar dikin û destnîşan dikin ku ev êriş nikarin îradeya gelê Suriyê li dijî dagîrkeran bişkîne.

Serepeyv