Cotmeh 04, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundewarên bakurê Sûriyê bi giranî topbaran û mûşekbaran dikin

Hêzên Tirkiyê şeva borî gundewarên her sê herêmên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir ên kurdên Sûriyê li bakurê vî welatî topbaran û bombebaran kirin.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî, li ser twitterê ragihand ku navçeyên Til Temir, Eyn Îsa û Kobaniyê ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê yên dagîrker.

Şamî da zanîn ku di êrîşan de, hêzên Tirkiyê balafir û topxaneya giran bi kar anîne û ew navçe bi awayekî “hovane” topbaran û bombebaran kirine.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê got: “Hêzên me dê bê bersiv nemînin û dê tola qurbaniyên sivîl vedin.”

Li gor çavkaniyên xwecihî, di topbarankirina gundê Qeremoxê yê Kobaniyê de, herî kêm welatiyekî sivîl birîndar bûye, lê heta niha HSDê ti zanyarî derbarê ziyanan de belav nekiriye.

Artêşa Tirkiyê û şeteyên wê û komên terorîst ên ser bi wê ve ku niha beşek ji axa Sûriyê yên wek herêmên Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrîn, Cerablus, Ezaz û El-Babê, di bin kontrola wan de ye rojane navçeyên di bin kontrola kurdên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de topbaran dikin.

Serepeyv