Îlon 26, 2022 13:30 Asia/Tehran
  •  Li Kampa Holê careke din alaya DAIŞ`ê hat dîtin

Piştî çend rojan ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawbûna qonaxa duyemîn a operasiyona bi navê "Pêngava Mirovahî û Ewlehiyê" li Kampa Hol ragihand, alayeke çeteyên DAIŞ`ê li kampê hat dîtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di vîdyoyekê de diyar dibe ku di beşa 5`an a koçberên Kampa Holê de, alaya DAIŞ`ê li ser depoyeke avê hatiye hildan.

Li gorî agahiyan, jinên çeteyên DAIŞ`ê îro seat di 06:30`an de alaya çeteyên DAIŞ`ê li ser depoyeke avê li beşa Muhacîrat a Kampa Holê hilda.

 Piştî çend rojan ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovahî û Ewlehiyê li Kampa Hol ragihand ku di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û cebilxane hatin desteserkirin, ev ala hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk û Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hişyarî ji xeteriya domdar a şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê da.

Aliyên peywendîdar ên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bang li civata navneteweyî bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene kir ku çareserî ji doza malbatên DAIŞ`ê yên di kampê de, were dîtin.

 

Serepeyv