Îlon 13, 2022 14:04 Asia/Tehran
  • Li Kampa Holê ya Hesekeya Sûriyê jineke din a Êzidî hat rizgarkirin

Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) jineke Kurd a Êzidî li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekeya Sûriyê rizgar kir.

Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) di çarçoveya roja 20emîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” de jineke din a Êzidî li kampa Holê rizgar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin û ev operasyon di roja xwe ya 20emîn de berdewam e.

YPJ di çarçoveya roja 9emîn a operasyona “Mirovahî û Ewlekarî” de jineke Êzidî rizgar kiribû.

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn. Li gorî amaran, heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin, lê hîn jî 2717 kes winda ne.

Kampa Holê li bajarê Heseke ya Sûriyê, yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin. Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin. 

Serepeyv