Îlon 11, 2022 12:55 Asia/Tehran
  • Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: 2 çeteyên Artêşa dagirker a Tirkiyê hatin kuştin

2 çeteyên dagirker ên ji bo dizî û talanê ketibûn gundê Leylan ê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin hedefgirtin. Di encamê de her du çete hatin kuştin û motorsklêtek hat îmhakirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî mijara kuştina du şeteyên ser bi artêşa Tirkiyê daxuyaniyek da û tê de ragihand: “Di 9`ê Îlonê de, li gundê Leylan ê bajarokê Til Temirê 2 çeteyên dagirker ku ji bo daran qut bikin û malên welatiyan talan bikin ketibûn gund, ji aliyê şervanên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de her du çete jî hatin kuştin, motorsklêta çeteyan jî hat rûxandin.”

Serepeyv