Îlon 10, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Zêde ji 700 malbatên iraqî ji Kampa Holê vegeriyane welatê xwe

Wezareta Koçberî û Awareyan a Iraqê qala vegeriyana 766 malbatên iraqî ji Kampa Holê bo Iraqê kir.

Kampa Holê navenda herî mezin a hilgirtina awareyên sûrî û iraqî li navçeyê ye ku di nava wan da bi hezaran kes ji endamên malbat û xizm û kesên terorîstên DAIŞê jî hene.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê malpera Melûmeyê, Elî Ebas berdevkê Wezareta Koçberî û Awareyan a Iraqê got: Kampa Holê di dehika 90î da hatiye avakirin û nêrîna seretayî ev e ku hin malbatên ku li vê kampê ne, goriyên terorîsmê ne, ne ku girêdayî bi wê.

Ebas her wiha got: Pirraniya kesên ku vê dawiyê ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê, di rastiyê da awareyên iraqî yên pêkhatî ji extiyar, jin û zarok in û tu metirsiyeke ewlehiyê ji aliyê wan va tuneye; helbet eger hebûna kesên di bin şopandinê da li nav wan were selimandin, dê tevdîrên ewlehiyê li dijî wan bên sepandin.

Berdevkê Wezareta Koçberî û Awareyan a Iraqê tekez kir: Kesên ku ji aliyê vê wezaretxaneyê va tên piştrastkirin, bo Kampa El-Ced'eyê li başûrê Mûsilê tên veguhestin ş bi rêya tîma piştevaniya derûnî bi qasî 3 heta 4 mehan dewreya bihêzkirinê derbas dikin û piştra diçin cihê jiyana xwe.

Ebas got: Bi giştî heta îro 766 malbatên iraqî ji Kampa Holê vegeriyane Iraqê ku bi tevahî 3090 kes in.

Serepeyv