Tebax 28, 2022 17:27 Asia/Tehran
  • Di roja sisêyan a operasyonê da 6 endamên DAIŞ`ê li kampa Holê  hatin desteserkirin

Di dewama operasyona ramalîna kampa Holê da, 6 endamnên DAIŞ`ê hatin desteserkirin û tûnêlek li beşa jinan hat keşfkirin.

 Di dewama  opersyona ramalîna kampa Holê ji hêzên DAIŞ`ê ku ji hêla hêzên ewlehiyê yên HSD, YPG û YPJ va li bakur û rojhilata Sûriyê, cih hat, 6 endamên komeke  DAIŞê hatin desteserkirin û tûnêlek jî li beşa jinên penaber ên iraqî hat keşfkirin. 

 Li gorî ragehandina Hawar News`ê, di sêwemîn roja operasyonê de, 6 endamên şaxên nepenî yên DAIŞ`ê di beşên seretayî yên kampa Holê da hatin naskirin û desteserkirin. 

 Di vê operasyonê de ji rûniştiyên navçê hat xwestin ku li nav konên xwe bimînin. Piştî hilkolandna rewşa navçê tûnêlek û maleke bi bilûkên simît hatin keşfkirin. Di dewama operasyonê de hejmareke zêde konên ku  hêzên DAIŞ`ê bi kar dihanîn, hatin têkbirin û mal û tûnêla navbuhurî jî hat kavilkirin. 

 Li gor vê raporê, operasyona lêgerînê ya ji bo desteserkirina endamên çalak ên DAIŞ`ê li Holê didome. 

Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de 27 endamên DAIŞ`ê li beşa penaberên iraqî hatin desteserkirin û 4 tûnêl hatin kefşkirin û îmhakirin. 

 

Serepeyv