Tebax 27, 2022 13:06 Asia/Tehran
  • Êrîşên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser Bakurê Sûriyê dewam dikin

Artêşa Tirkiyê a dagîrker û çeteyên wê careke din bi hawan û topan êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê kirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA); Leşkerên Tirk û çeteyên wê bi top û roketan ji deverên dagîrkirî yên Sûriyê  êrîşî herêmên niştecihbûnê yên li bakurê Reqa ya bakurê Sûriyê kirin.

Çavkaniyên sûrî di vê derbarê de ragihandin ku artêşa Tirkiyê û têrorîstên Tehrîr El-Şam bi topên giran gundên Ebû Sûre, El-Debis û riya navdewletî ya M4 ku dikeve devera Eyn Îsa li bakurê bajarê Reqayê topbaran kirin û di encama van êrîşan de ziyanên madî derketin û hatûçûn li ser vê riyê rawestandin.

Herwiha grûpên kurd jî diyar kirin ku îro 27ê Tebaxê, hêzên dagîrker ên Tirkiyê û çeteyên wê û grûpên terorîst ên alîgirê Tirkiyê gundê Um El-Qura yê navçeya Şehbayê topbaran kirine.

Li gor zanyariyan topbaran heta saet 8:00 serê sibehê berdewam bû, lê ti zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine belavkirin.

Roja 26ê Tebaxê jî hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Siwêdiyê û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kiribûn.

Hêjayî gotinê ye ku di encama dewama êrişên balafirên bêpîlot û topxaneyî yên artêşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê roja çarşemiya borî, 2 welatiyên sûrî li Til Rifat li bakûrê Helebê hatin kuştin û zêde ji 5 kes jî birîndar bûn.

Di encamên êrişên vê dawiyê yên artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ji bilî xelkê sivîl heya niha zêde ji 10 zarok hatine kuştin û bi dehan zarokên din jî birîndar bûne.

Serepeyv