Tebax 13, 2022 21:38 Asia/Tehran
  • Bicihkirina artêşa Sûriyê li ser deverên nêzîkî dagirkerên Tirk ji bo rawestana li ber artêşa Tirkiyê

Çavkaniyên Kurd ên Sûriyê derbarê bi cih bûn û belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li eniyên pêşberî artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ji bo rawestana li ber êrişên wan li parêzgeha Reqayê agahî dan.

Li gorî rojnameya El-Watan; Rûsyayê asta hevrêziya di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde kiriye.

Li gorî vê raporê, ev hevkarî bi armanca serastkirina îmkana bicihkirina hêzên artêşa Sûriyê li devera "El-Tebqa" û taxên bakurê parêzgeha Reqayê pêk hatiye.

Jêderên nêzîkî HSDê ji El Watan re ragihandin: Efserên Rûsî vê dawiyê li bajarê Tebqayê civînek di navbera efserên artêşa Sûriyê û serkirdeyên leşkerî yên HSDê de li dar xistin û di vê civînê de mijara şandina karwanên nû yên artêşa Sûriyê bo taxên bakurê Reqa û derdora wê hat gotûbêjkirin.

Li gorî van çavkaniyan, roja Înê ya borî civîneke din di navbera efserên Rûsî û nûnerên HSDê de ji bo diyarkirina çeperên hêzên artêşa Sûriyê hat lidarxistin, daku hêzên artêşa Sûriyê li wir bicîh bibin piştî ku Hêzên Kurd ji wan çeperan vekişin.

Van çavkaniyan her wiha gotin ku karwaneke artêşa Sûriyê yekşema borî ji parêzgeha Helebê derketiye û li balafirgeha leşkerî ya Tebqayê bi cih bûye.

Bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li eniya rûbirûbûna hêzên Tirkiyê, hevdem ligel vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk ji van çeperan pêk hatiye.

Serepeyv