Tebax 03, 2022 09:14 Asia/Tehran
  • Dadgeheke çeteyên Tirkiyê li Efrînê ji 5 kesên malbateke kurd re cezayên giran birî

Li herêma dagîrkirî ya Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê, dadgehek çeteyên Tirkiyê 5 kes ji malbateke Kurd bi cezayên giran hukim kirin.

Di zindaneke ser bi hikûmeta çeteyên Tirkiyê de, jinek bi 12 salan û ciwanekî 20 salî jî bi hukmê Îdamê hatine sizadan.

Kesên ku ceza li ser wan hatine birrîn ev in:

Zêneb Mihemed Olaşî 12 sal

Izedîn Yûsif Mistefa 13 sal

Mistefa Mihemed Mistefa 13 sal

Yûsif Mistefa Hisên 3 sal

Cezayê darvekirinê ji bo Hisên Yûsif Mistefa Hisên hatiye sepandin.

Ji bajarê Helebê, Ahemed Mistefa Hisên, mamê ciwanê Kurd ê hukmkirî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, gunehê kesûkarên wî tenê ew e ku Kurd in û li Efrînê mane.

Ahemed Mistefa Hisên got “ Ez bi navê malbatê bang li saziyê cîhanê û Kurdan dikim ku gişt li dijê vê yekê rabin û vî hikmê li ser vî gencî rawestînin. Me tiştek nekiriye, ev hikm zilm e ku li ser vî zarokî sepandine. Cezayê îdamê li ti derê nemaye ku vî zarokî îdam bikim. Vî zarokî çi kiriye? Gunehê wan tenê ev e ku Kurmanc e û li Efrînê rûniştî ne.”

Malbata Kurd a ku endamên wê hatine hukmkirin ji bajarokê Şiyê ye û li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê niştecî bûn.

Serepeyv