Tîrmeh 17, 2022 21:44 Asia/Tehran
  • Karwanekî mezin ê leşkerî yê hevalbendiya dagirkir a amerîkî derbasî navçên di bin kontrola kurdên Sûriyê da bû

Li gor rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûriyê, di du heftiyên derbasbûyî de, nêzîkî 150 kamyonên hilgirê kelûpelên eskerî û lojestîk ên hevalbendiya dagirkir bi serokatiya Amerîkayê derbasî navçên di bin kontrola kurdên Sûriyê da bûne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye, ragehand ku di du heftiyên derbasbûyî de, sê karwanên eskerî yên hêzên hevalbendiya bi serokatiya Amerîkayê derbasî navçên di bin kontrola kurdên Sûriyê de bûne. 

Li gor rapora vê saziyê ku alûgurên Sûriyê dişopîne, duh karwanekî hevalbendiyê bi 80 kamyonan, kelûpelên eskerî yên giran, lojestîk û ardûya pêwst jibo hêzên Hevalbendiyê li Sûriyê ji sînorê Herêma Kurdistanê va derbasî navçên di bin kontrola kurdên Sûriyê da li bakur û rojhilata  vî welatî kiriye. 

Vê saziyê armanca guhestina kelûpelên eskerî bo meqerên hevalbeniyê, hewildana jibo teyarkirina meqerên van hêzana hevgavê gurrbûna gêreyên li Sûriyê û hitmala derketina pevçûna rasterast û cidî di navbera hêzên kurd û artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de daye zanîn. 

Serepeyv