Artêşa Tirkiyê gundê Gozeliyê ya Til Temirê topbaran kir
Tîrmeh 17, 2022 16:46 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê gundê Gozeliyê ya Til Temir a bakurê Sûriyê topbaran kir.
Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku şeva bûrî Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê ve, gundê Gozeliyê ya li rojavayê Til Temirê topbaran kirine ku li ser rêya navdewletî ya M4ê ye.
Di derbarê ziyanên wê topbaranê de ti zanyarî nehatine ragihandin.
Her wiha Artêşa Sûriyê hêzeke zêdetir şandiye Til Rifeet û pêgehên xwe li bakurê Heleb û Til Temirê bihêz dike.
Medyaya nêzîkî Hikûmeta Sûriyê belav kiriye ku Artêşa Sûriyê hêzeke zêdetir şandiye Til Rifetê li bakurê Helebê.
Her wiha Rûsya jî pêgehên xwe li Kobaniyê zêdetir kirine.