Gêreya di navbera hêzên kurd ên Sûrîyê û artêşa Tirkîyê da gurr bû
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku li xetên rûbirûbûnê yên di navbera hêzên kurd ên Sûrîyê û Artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên di bin çavdêrîya Enqerê da li bakura Helebê gêre zêde bûne.
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku hêzên kurd ên Sûrîyê û çeteyên ser bi Tirkîyê li bereya bakura Helebê hevdu dane ber top û hawanan.
Li gorî agahîyan hêzên dewleta Sûrîyê jî rex hêzên kurd çeperên komên çete yên ser bi Enqerê dan ber topa û hawanan.
Komên çete yên di bin fermana Enqerê da herwiha çend gundên di bin kontrola HSD da dan ber topan.
Vê dawîyê bi dû dewama gefên Tirkîyê dijî kurdên Sûrîyê, kêlî bi kêlî alûgurên leşkerî li bakura Sûrîyê diqewimin. Hevgavê vê yekê hewlên Ûrsêt û Amerîkayê jibo girtina pêşîya opêrasyona nû ya Tirkîyê dijî kurdên Sûrîyê didomin.