Hezîran 18, 2022 19:51 Asia/Tehran
  • Feysel Miqdad: Armanca Erdogan ew e ku terorîstan li bakurê Sûriyê bi cih bike

Wezîrê karên derve yê Sûriyê hişyarî da ku serokomarê Tirkiyê hewl dide terorîstan li bakurê Sûriyê bi cih bike.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di dawiya meha Gulanê de, bi wekilandina îdiaya xwe ya qaşo îmhakirina terorîstan li ser sînorê Sûriyê, ragihand, ku Enqere bi biryar e di zûtirîn dem de navçeyeke ewlehiyê bi kûrahiya 30 kîlometran li ser sînorê bakurê Sûriyê ava bike.

Li gorî rapora roja şemiyê ya televîzyona El-Mayadîn; Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di civîna hevbeş a du şandeyên hevahengiyê di wezaretên derve yên Sûriyê û Rûsyayê de, bang li hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî kir ku tamakariya Erdogan û daxwaza wî ya bicihkirina terorîstan li deverên ku wî navê "Herêma Ewle" di nav axa Sûriyê lê kiriye, şermezar bikin.

Miqdad herwiha got: Sûriye ji bo vegerandina hemû penaxwaz û penaberên sûrî bo bajar û gundên wan dixebite û çi ji destê wê were dike, lê di vî halî de erdogan îdia dike ku dixwaze ji penaxwaz û penaberan re devereke ewle çê bike da ku sûrî vegerin wir. Lê pirs ev e ku ev sûrî kî ne? Di rastiyê de ew komên cinayetkar û sûcdar in ku li ber destê Erdogan perwerde bûne û dixwazin wan li herêma qaşo ewleh a ku 30 kîlometran di nav kûrahiya axa Sûriyê de ye bi cih bike, Ev dever di warê çandiniyê de herêma herî baş û girîng a Sûriyê ye.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha bal kişand ser wê yekê ku "Rojavaya Hov" di şermezarkirina êrişên vê dawiyê yên Rejîma Îsraîlê li ser navendên sivîl, balafirgehên sivîl û balafirên sivîl, ji bilî balafira girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ti tişt negot û ev rastiyek e ku em li Sûriyê pê re rûbirû ne.

Welatiyên Sûriyê yên ku li herêmên bakûrê vî welatî dijîn ji ber êriş û gefên bi dû hev ên Tirkiyê û kiryarên çeteyên wê aciz bûn, ji ber vê yekê çendîn caran bi xwepêşandanan xwestine ku artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê terka axa Sûriyê bikin.Hikûmeta Sûriyê jî bi caran nerazîbûna xwe derheq dagirkeriya dewleta Tirk nîşan daye.

Serepeyv