Hezîran 11, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bircê Syriatel ê Minbicê û gundê Bênê yê Şêrawayê topan dike

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bircê tora peywendiyan a “Syriatel” li gundê El-Hilwencî yê bakurê Minbicê hedef girtiye. Herwiha artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Bênê yê Şêrawayê li herêma Efrînê didin ber topan.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirkiyê a dagirker bircê “Syriatel” ê li gundê El-Hilwencî yê bakurê bajarê Minbicê bi topbavêj û hawanan hedef girtiye.

Ji aliyê din ve çavkaniyên nûçeyan yên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya herêma Efrîna dagirkirî topbaran dike.

Li gorî agahiyan, heta vê demê zêde ji 10 gullên obîsê li herêmê ketine.

Topbaran dewam dike, lê agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîn negihêştine ber destê me.

Serepeyv