Dewleta Tirkiyê li Til Rifetê êriş bir ser nexweşxaneyekê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334320-dewleta_tirkiyê_li_til_rifetê_êriş_bir_ser_nexweşxaneyekê
Balafireke bêmirov a întiharî ya dewleta Tirkiyê ya dagirker klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê, hedef girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2022 08:57 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê li Til Rifetê êriş bir ser nexweşxaneyekê

Balafireke bêmirov a întiharî ya dewleta Tirkiyê ya dagirker klînîkeke nexweşiyên jinan li navçeya Til Rifet a herêma Şehbayê, hedef girt.

Dewleta Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagir kirine bi droneyeke bombebarkirî êriş bir ser nexweşaneyekê li navça Til Rifetê ya Şehbayê.

Êrişa bombeyî ya artêşa Tirkiyê vê sibehê pêk hat. Bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî nexweşxaneya jinan a li Til Rifetê kir.

Ji ber êrişa bombeyî ziyanên madî li nexweşxana Dr. Xelîl Şêx Hesen ketin, lê belê derbarê kuştî û bir4îndarên muhtemel hên ti nûçe belav nebûye.

Dewleta Tirkiyê vê dawiyê gefa êrişeke berfire li dijî kurdên Sûriyê xwariye û niha jî êrişên xwe ser bajar û kurdên Sûriyê zêde kiriye û jê re mirovên çekdar û sivîl ti ferqek nake.