Teqîna otombîleke çeteyên ser bi Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê
Kanûn 31, 2021 10:19 Asia/Tehran
Duh otomobîleke leşkerî ya çeteyên Tirkiyê yên ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kirine li bakurê Sûriyê teqiya.
Li gorî rapora IRNA`yê, Duh tirimbêleka leşkerî ya ku metraliyozeke giran li ser bû ya Çeteyên Tirkiyê li bajarê Ezazê li parêzgeha Helebê teqiya, lê belê çeteyan derbarê qurbaniyên vê bûyerê ti nûçeyek belav nekirin.
Artêş Tirk bi hevkariya komên çete û terorîst ji sala 2016 ve di encama çend êrişên dirindane zêde ji çar hezar kîlometrên çarkonc ji axa Sûriyê ku çendîn bajar û bajarok û gelek gund tê da ne dagir kirin û li dijî xelkê van deveran bi taybet gelê kurd ê Sûriyê gelek tawanên cengê encam dane û gelek ji wan kuştin û mal û milkên wan zevt kirine.