Kanûn 19, 2021 12:52 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê; Grûpekê li nav kampa Holê êrişî asayişê kir

Xaleke hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nav Kampa Holê ket ber êrîşê û herwiha koçberekî Iraqî jî hat birîndar bû.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor çavkaniyên xwecihî, duh hejmarek kesên nenas êrîşî Beşa 1 li nav Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê kirin û koçberekî Iraqî birîndar kirin.

Li gor heman çavkaniyan, wan çekdaran 4 gule berdane wî koçberî û bo nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê hatiye veguhestin.

Her li wê kampê, çekdarên nenas êrîşî xala asayîşê ya li herdû Beşên 1 û 2 yên nava kampê kirin û heta niha nayê zanîn çi zerar û ziyanek çêbûye.

Ji destpêka îsal ve zêdeyî 100 buyerên kuştinê li nav Kampa Holê çêbûne ku piraniya qurbaniyan, koçberên Iraqî ne.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra bakurê Sûriyê.

Li Kampa Holê, 56 hezar û 750 koçber û penaber û malbatên DAIŞê dijîn ku piraniya wan zarok in.

 

 

 

 

Serepeyv