Kanûn 01, 2021 13:07 Asia/Tehran
  • Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê 5 kes din li Efrîna Sûriyê revandin

Çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê ku artêşa wê ji wan piştgiriyê dike li herêma Efrînê ya dagîrkirî 5 kesên sivîl revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir, grûpa çete ya ku navê  “Polîsa Medenî” lê kirine roja 28ê Mijdarê, bi ser gundê Qota yê ser bi navçeya Bilbilê ve girtin û ketin malên gund û pişknîn kirin û di encamê de du welatiyên bi navê Ebdulhenan Cafer û Mistefa Sîdo bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Wê rêxistinê herwiha ragihand ku çeteyên grûpa El-Hemzat jî roja 25ê Mijdarê kesekî bi navê Omer Heyder Reşîd li ser rêbenda gundê Kokanê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê herwiha da zanîn, çeteyên li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê ya Efrînê roja 25ê Mijdarê kesekî bi navê Ebdîn Reşîd û diya wî Emîne revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Vê Rêxistinê di dewamê de ragihand ku çeteyên dewleta tirk bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Serepeyv