Mijdar 21, 2021 12:06 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên li Efrînê berdewam dikin: 6 kalemêrên din jî revandin

Çeteyên artêşa Tirkiyê yên ku herêma Efrînê dagîr kirine, 6 kalemêr ji gundê Memila revandin.

Grûpa çekdar a bi navê Mihemed El-Fatih roja 18ê Mijdarê 6 kalemêr ji gundê Memila yê li navçeya Raco revandin.

Kesên hatine revaninadin navên wan wiha ne: Samî Henan, Mihemed Kolîko, Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî û Mihemed Hekîm.

Ji meha Cotmeha borî ve, zêdetir ji 30 kesî ji gundê Memila hatine revandin, piştî ku çete fidya ji malbatên revandiyan distînin, wan berdidin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên ser bi wê ve, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çete bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê û ji bo ku Kurd koçber bibin, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser ve tometbar dikin û direvînin.

Serepeyv