Cotmeh 17, 2021 20:58 Asia/Tehran
  • Sîxor û çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê jineke Kurd a ducanî bi îşkenceyê kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku jineke Kurd a ducanî di bin îşkenceya îstixbaratên Tirkiyê û çeteyên wê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina navborî, roja Duşemê, 11 Îlonê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl, welatiya Kurd ya bi navê Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî, ji gundê Qube Hemşelik ser bi Racoyê revandin.

Heman rêxistinê diyar kir ku jina navborî ducanî bûye û di meha şeşem a ducaniyê de bûye, û ligel hevjînê wê Xelîl Nasan ê 36 salî û 2 kesên din hatine girtin û ji bo navenda istixbarata Tirkiyê, dibistana Emîr Xûbarî, hatine birin.

Li gor wê rêxistinê, ew 6 saetan hatine îşkencedan û di encama îşkenceyê de jina Kurd bo nexweşxanê hatiye rakirin.

Piştî ku girtî bêrî derketine, di heman rojê de hatine azadkirin, lê ji ber îşkenceyê jina ducanî piştî çend rojan canê xwe ji dest daye.

Serepeyv