Cotmeh 13, 2021 23:08 Asia/Tehran
  • Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 10 sivîl girtin

Çeteyên girêdayî yên dewleta Tirkiyê 10 welatiyên sivîl li nahiyeya Reco ya Herêma Efrînê girtin.

Derbarê binpêkariyên berdewam ku li Herêma Efrînê dibin, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye ku 10 welatiyên sivîl ji xelkên gundê Mamelo yê ser bi nahiyeya Reco, ji aliyê çeteyên Tirkiyê yên bi navê Polîsên Leşkerî û çeteyên grûpa bi navê Muntesir Billah ve hatine girtin.

Navên pênc kes ji wan girtiyan hatine belavkirin, weke; Ehmed Heyder Ceifer, Fewzî Hisên Osman, Mistefa Mihemed Zîbar, Ehmed Hisên Hemlîko, Mistefa Şewqî.

Li aliyekî din, pênc kesên din ên girtî hêj ne cihê girtina wan diyar e û ne jî  çarenivîsa wan.

Bi gotina wê rêxistinê, ev ne yekemîn car e ku ew kes ji aliyê grûpên çete  yên ser bi Tirkiyê ve têne girtin.

Serepeyv