Îlon 14, 2021 14:48 Asia/Tehran
  • YPG: Artêşa Tirkiyê bombeyên kîmyawî û gaza jehrîn li dijî wan û xelkê sivîl bikar tîne

Yekîneyên Parastina Gel a Sûriyê (YPG) artêşa Tirkiyê bi bikaranîna gaza jehrîn û bombeyên kîmyawî tawanbar kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a ISNAyê, artêşa Tirkiyê sûcê şer kir û bi gaza jehrîn êrîşî Meydana El-Muqaweme ya li Werxelê kir, bi balafir û helîkopterên şer devera Parastina Rewa kirin hedefa êrişên dirindane.

Di daxuyaniya YPGê de hatiye ragihandin: "Leşkerên Tirkiyê duh jî gundê Bankê, Meydana Bîrbel a li Heftanîn û Til Deştan ên li Xakûrakê bombebaran kirin."

Artêşa Tirkiyê eva du sal in bi hinceta şerê dijî terorîstan hin herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke mezin ji leşkerên Tirkiyê û komên çete yên ser bi hikûmeta vî welatî hîn jî li van herêmên dagirkirî ne. Desdirêjî û êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê Sûriyê ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê û civaka navneteweyî ve bi caran hatiye şermezarkirin.

Serepeyv