Tebax 25, 2021 18:59 Asia/Tehran
  •  Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Komên terorîst 2 zarok revandin

Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ser bi Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ragihand ku li Kampa Holê şaneyên razayî yên DAIŞê li Kampa Holê, cil û bergên leşkerî yên mîna wan li xwe kirin û 2 zarokên sêwî revandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li kampa Holê 2 zarokên sêwî hatin revandin.

Di daxuyaniya Hêzên Asayişa Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê gotin: “Komên terorîst û şaneyên veşartî li Kampa Holê cil û bergên hêzên me yên leşkerî li xwe dikin, niştecihên kampê talan dikin û pereyên wan didizin. Herwiha ev kom ewlehiya li kampê têk dibin û fitneyê di navbera niştecihên wê de belav dikin û zarokan direvînin.”

Li gor daxuyaniyê herî dawî 2 zarokên bi navên Ruqeye Mihemed Mihemed a 4 salî û Semer Mihemed Mihemed a 3 salî ku sêwî ne, hatine revandin.

Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha dibêje: “Ew kom hewl didin hêzên me reş bikin û ewlehiya li herêmê bi giştî têk bibin. Em liv û tevgera van şaneyên terorîst dişopînin, em dê di demeke nêzîk de wan bigirin û radestî edaletê bikin da ku werin cezakirin.”

Serepeyv