Hezîran 28, 2021 10:26 Asia/Tehran
  • Li Helebê li ser krîza avê, şerên Tirkiyê û sosyolojiya çareseriyê panelek hate lidarxistin

Di panelekê de ku Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li dar xistibû de hate gotin, dewleta Tirkiyê ava çeman mîna çekekê bi kar tîne da ku pê nearamiyeke siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biafirîne.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Panel bi sernavê "Kîrza avê, şerên dewleta Tirkiyê û sosyolojiya çareseriyê" li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Bi dehan endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.

 

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî endazyar Abdîn Betal  li ser nexşerêya çareserkirina krîz û pirsgirêkên herêmê axivî û wiha got: "Divê sazî û rêxistinên navneteweyî her tim şêniyan li ser girîngiya her dilopeke avê  zana bikin û xebata avakirina deste û navendên zanista avê bikin. Ji ber ku ew zanist taybetmendiyên avê, diyarde û belavkirina wê li ser rûyê erdê, di bin keviran de û di atmosfêrê de lêkolîn dike."

Betal wiha domand: "Av ji dewlemendiyên herî girîng li Rojhilata Navîn e, dewleta Tirkiyê di 1930’î de dest bi plan û projeyan kir da ku vê dewlemendiyê ji bo armancên xwe yên mêtingeriyê bi kar bîne."

Betal destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê avê ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî ne tenê li Sûriyê û Iraqê, lê li hember gelên herêmê pêk bîne.

Endamê rêveber ê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat semînerek li ser sosyolojiya çareseriyê da û behsa rêbazên ku şaristaniyan berê xwe dane da ku avê kom bikin û bi rê ve bibin kir û wiha got: "Ne tenê şaristanî li rex çeman hatin avakirin, Enbatan li çolistana Betrayê endazyarî û rêbazên komkirina avê û birêvebirina wê avakirin."

 

Bîrhat da zanîn ku dewleta Tirkiy ava çeman weke çekekê bi kar tîne, da ku nearamiyeke siyasî biafirîne û rê li ber geşkirina aboriya avê bigire, di encamê de ewlehiya xwarinê di xeteriyê de ye, ji ber av, çandinî û xwarinê ji hev qut nabe.

 

Serepeyv