4ê Gulanê; Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Koronayê ketine
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 14 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Hesekê, 2 mêr û 2
jin ji Qamişlo, mêrek ji Dêrik, 3 mêr û 4 jin ji Tebqa, mêrek ji Dêrazorê ne.
Mistefa her wiha ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 44 mêr, 46 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 9
Qamişlo: 11
Dêrik: 4
Dirbêsiyê: 2
Til Temir: 1
Rimêlan: 1
Çilaxa: 1
Kobanê: 3
Reqa: 27
Tebqa: 16
Minbic: 7
Dêrazor: 1
Kampa Newroz: 1
Kampa Hol: 2
Kampa Roj: 5
Mistefa diyar kir ku 13 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 275 kes bi Koronayê ketine, 629 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 667 kes baş bûne.