Li bakurê Sûriyê; Ava Firatê li ser 83 gundên Kobanê hatiye qutkirin
Di rojên dawî de bêhnên nexweş ji ava Firatê derdikeve û şêniyên Kobanê bi tîbûn û nexweşiyan re rû bi rû ne. Gerînendeya Avê ya herêma Kobanê li ser rûdana kareseteke rasteqîn hişyarî da.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Endamê Rêveber ê Gerînendeya Avê ya herêma Kobanê Fehed Mihemed diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê ava vexwarinê û enerjiya kehrebeyê de li pêşberî karestekê ne, ji ber ku dewleta Tirkiyê ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve rêjeya ava Firatê kêm kiriye.
Fehed Mihemed destnîşan kir ku encamên kêmkirina rêjeya avê êdî diyar dibin û di nava çend rojan de dê welatî bi karesetekê re rû bi rû bimînin û got: "Li hin beşên ava Firatê bêhnên genî derdikevin, li aliyekî din jî sedef, kevz û gol li ser rûyê çem kombûne û ev yek rê li pêşiya nexweşiyên kolerayê vedike. "
Mihemed ev xal li gotina xwe zêde kir :"Pirraniya bîr û bîrên yedek ên ku di dema pêwîstiyê de me xwe dispart wan ji xizmetê derketin û ava Firatê jî bûye kêmî nêvî, heta niha av li ser 83 gundên girêdayî herêma Kobanê hatiye qutkirin, lê li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e."
Mihemed hişyarî da ku di çend rojên bê de çarenûsa bajarê Kobanê mîna çarenûsa gundên ku av li ser wan hatiye qutkirin be û wiha got: "Ji ber ku çareserî li cem gerînende jî ew qas nemaye, rewş her diçe kambax dibe, heta ne ew bi tenê zehmetiya pirsgirêka qirêjbûna va vexwarinê dikişînin, di heman demê de gelek herêmên din jî hene ku dê ji ber vê kêmbûnê zirarê bibînin."
Endamê Rêveber ê Gerînendeya Avê ya herêma Kobanê Fehed Mihemed banga parastina ava mayî kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bila welatî xwe bispêrin xwe û li benda bêdengiya navneteweyî nemînin, ku di mijara têhnîkirinê de bûye hevkara dewleta Tirkiyê."
Beriya niha Rêveberiya Bendavan a Bendava Tişrînê têkildarî kêmkirina ava Firatê hişyarî dabû û gotibû:" Welatî li hemberî kareseteke rasteqîn in, ji ber ku kêmkirina ava Firatê bi taybet di demsala havînê de dê rê li pêşiya nexweşiyan veke, ji ber ku ava qirêj dihêle ev nexweş werin veguhastin, tê zanîn ku pirraniya welatiyan ava vexwarinê ji çem werdigirin û alavên parzûnkirinê jî tune ne."