May 01, 2021 11:55 Asia/Tehran
  • Li Dêrikê jineke 99 salî ji vîrusa Koronayê baş bû

Nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Dêrikê jineke 99 salî ku bi vîrusê ketibû û li nexweşxaneyê hate dermankirin, derxist.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Jina bi navê Metîre Cedan Minawir a 99 salî di nîvê meha Nîsanê de bi vîrusa Koronayê ketibû, rewşa wê ya tenduristî xerab bû, ji ber vê ew rakirin nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Dêrikê. Kadroyên tibî yên li nexweşxaneyê bi hemû derfetên xwe hewl da rewşa tenduristiya wê baş bikin.

Piştî hefteyekê li navendê ma, testên pêwîst jê çêkirin, hate diyarkirin ku ji vîrusa Koronayê baş bûye û li ser vê yekê îro ew ji nexweşxaneyê derxistin.

Tevî vê jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pîrejina duyem e ku ji vîrusê baş dibe. Di 16`ê Nîsanê de li Nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Hesekê pîrejina bi navê Hacir a 103`ê  salî, piştî ji vîrusê baş bû ew derxistin.

 

Serepeyv