Adar 29, 2021 10:22 Asia/Tehran
  • Li kompa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja duyemîn de didome

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, duh operasyoneke berfireh da despêkirin, di encama operasyona duh de çeteyek hate girtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î lê dimînin, dem bi dem buyerên kuştinê rû didin, ev buyer ji aliyên şaneyên DAIŞ`ê ve ku xwe di hundirê kampê de bi rêxistin kirine, pêk tên.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê di hundirê kampê de duh operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabu despêkirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên Ewlekariyê ya roja yekemîn, di encama operasyonê de nav de çeteyek DAİŞ'ê yê bi navê Ebu Seed el Iraqî jî di nav de 9 kes hatin girtin.

Operasyonê îro jî di saet 04:00 dest pê kir û didome.

Serepeyv