Sibat 20, 2021 16:34 Asia/Tehran
  • 21 çeteyên DAIŞê li Sûriyê hatin kuştin

Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala kuştina 21 DAIŞiyan li Sûriyê di 24 saetên borî da kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêxistina Çavdêra Mafên  Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro Şemiyê tevî amajeya bi êrîşên berdewam ên balefirên şêrr ên Rûsiyê di 24 saetên borî da li ser baregehên DAIŞê li Sûriyê, ragihand: Di van êrîşan da ku li bajarên Heleb, Hemah, Reqa û çolistana Dêrazor û Humsê pêk hatin, hejmara çeteyên DAIŞê ku hatine kuştin, bû 21 kes.

Rêxistina Çavdêra Mafên  Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand: Ûris tûşî xetera mezin a DAIŞê bûne û neçar in bi dehan êrîşên leşkerî pêk bînin da ku bikarin hin çeteyên DAIŞê ku li navçeyên berfireh ên çolistanên Sûriyê perate bûne, ji nav bibin.

 

Serepeyv