Hêzên Rûsyayê cihên safîkirina petrolê yên li Helebê ku ji aliyê Tirkiyê ve dagir bûye topbaran kirin: 2 kes mirin
Hêzên Rûsyayê yên li baregeha Himêmîm, herêma safîkirina petrola xam a li bejahiya Helebê ya ku dewleta Tirkiyê ew dagir kiriye û xistiye bin destê xwe, topbaran kir. Di encamê de 2 kesan ku dibêjn artêş an çeteyên Tirkiyê ne jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku ji baregeha Rûsyayê ya Himêmîm moşekên erd-erd ber bi bejahiyên Helebê ve hatin avêtin.
SOHR’ê da zanîn teqînan herêma safîkirina petrol xam a li gundê Terhîn ê li başûrê Cerablusê yê li bejahiyê rojhilatê Helebê hejand û got, di encama avêtina moşekan de herî kêm du 2 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn û rewşên wan giran in.Pir muhtemel e kesên kuştî û birîndar ji artêşa Tirkiyê an çeteyên wê ne.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ev cihê palînkirin û safîkirina neftê xistine destê xwe û nefta Sûriyê didizin û dibin Tirkiyê.