Li Efrînê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323662-li_efrînê_teqînek_pêkhat_kuştî_û_birîndar_hene
Li nava bajarê kurdên Sûriyê Efînê ku Tirkiyê û çeteyên wê eva 6 sal in ew dagir kirine teqîneke bihêz pêkhat û kuştî û birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2021 19:25 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqînek pêkhat: Kuştî û birîndar hene

Li nava bajarê kurdên Sûriyê Efînê ku Tirkiyê û çeteyên wê eva 6 sal in ew dagir kirine teqîneke bihêz pêkhat û kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, teqîneke bihêz li nava herêma pîşesazî ya Efrînê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Wî jêderî da zanîn, hejmarek ji ambulansan gihîştin cihê teqînê û kuştî û birîndar veguhastin nexweşxanan.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 3 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.