Çile 22, 2021 22:21 Asia/Tehran
  • Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa hawayî ya li Kobanê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku balafira bê pîlot a artêşa Tirkiyê bi armanca têkbirina destkeftiyên kurdên Sûriyê û ewlehiya herêmê li başûrê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku wezîfa xwe ya îdiaya wê dike cih bîne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa hawayî ya dewleta Tirkiyê ya li ser gundekî başûrê Kobanê ku di encamê de sivîlek birîndar bû daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: " Îro Îniyê 22'yê Çileyê piştî nîvro balafireke bê pîlot a Tirkiyê li gundê Memîtê yê dikeve başûrê Kobanê li maleke sivîlan da, di encamê de sivîlek birîndar bû. Armanca dewleta Tirkiyê ji vê êrişê eva ye ku destkeftiyên kurdên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê têk bibe, ewlehiyê û aramiyê xerab bike û aloziyê derxîne.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin ku tevî astengiyan em ê xebatên xwe yên parastina hemû herêmên xwe, parastina sivîlan û ewlehî û aramiyê bidomînin. Dubare em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê ên dubare bi erka xwe rabe."

Serepeyv