Çile 08, 2021 23:01 Asia/Tehran
  • Li Kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin

Li kampa Holê çeteyekî DAIŞ'ê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encamê de şer ket. Çeteyê ku êriş kir xwe teqand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî agahiyên ku çakvaniyan ji kampa Holê dane, endamekî şaneyên DAIŞ'ê ku li kampê sûcên kuştinê pêk dianî hate kuştin.

Çavkaniyan diyar kirin li ser îsbatên ku endamekî şaneyên DAIŞ'ê li bêşê 4'an a kampê sûcên kuştinê pêk tîne, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakiyeke girtina serde beşê 4'an li kampê pêk anîn. Li gorî heman çavkaniyan çeteyê DAIŞ'ê gule li hêzên ewlekariyê reşandin û di navbera herdu aliyan de şer derket. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin û yek din jî birîndar bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku  çete piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin xwe teqand.

Di demên dawî de bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde bûne, di 3 rojên dawî de 7 kes hatin kuştin.

 

Serepeyv