Li bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322917-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_qedexeya_derketina_derve_hat_dirêjkirin
Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê ya cûreya nû (Covid-19) de, li seranserî herêmên rêveberiyê dema qedexeya derketina derve ya beşî dirêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2021 19:07 Asia/Tehran
  • Li bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê ya cûreya nû (Covid-19) de, li seranserî herêmên rêveberiyê dema qedexeya derketina derve ya beşî dirêj kir.

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku Hevserokatiya Meclîsa Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê biryar daye qedexeya derketina derve ya beşî li hemû herêmên rêveberiyê ji 5ê Çileyê heta 19ê Çileyê dê dewam bike.

Li gor biryara Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê bazaranên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 17:00an wê vekirî bin.

Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê da zanîn ku hemû dibistan û zanîngeh têne vekirin lê divê tedbîrên tendirûstiyê bêne standin.

Herwiha hat ragihandin  ku hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesek binpê bike, dê were cezakirin.

Tevgera basên ku dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ji herêmê derdikevin, nakevin ber qedexeyê.

Qedexeya derketina qismî îro destpê kir û heta 19 Çileya 2021an berdewam dibe.