Li Şamê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322698-li_Şamê_girtina_leyla_guven_hate_şermezarkirin
Kongreya Star a taxa Zorava ya Şamê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û bang li rêxistinên jinan û yên hiqûqî kirin ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2020 08:53 Asia/Tehran
  • Li Şamê girtina Leyla Guven hate şermezarkirin

Kongreya Star a taxa Zorava ya Şamê girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar kir û bang li rêxistinên jinan û yên hiqûqî kirin ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Kongreya Star a taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê têkildarî cezayê 22 sal û 3 meh girtîgeh ku desthilata Tirkiyê li hevseroka KCD'ê Leyla  Guven biriye, daxuyaniyek bi beşdarbûna bi dehan jinên taxê da.

Endameke rêveber a Kongreya Star daxuyanî xwend û cezayê zalimane yê li dijî Leyla Guven hatiye biriye şermezar kir û bi binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî bi nav kir.

Her wiha bang li rêxistinên jinan, mirovî û hiqûqî kir ku doza Leyla Guven rakin Dadgeha Navneteweyî ya Bilind."