Kanûn 07, 2020 10:13 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî: Di mehekê de 13 girên dîrokî hatin wêrankirin

Hawar Newsê nivîsiye: "Li herêma Efrînê ya dagirkirî sûcên şer bênavber didomin. Hêzên dagirker di Mijdara borî de 13 girên dîrokî wêran û talan kirin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de, artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê sûcên şer pêk tîne, sivîlan direvîne û şûnwaran hildiweşîne."

Hawar Newsê nivîsiye: "Li gorî pîvanên navneteweyî dizîkirina şûnwaran sûcekî şer e, lê civaka navneteweyî li hemberî sûcên artêşa Tirkiyê ên li herêma Efrînê ya dagirkirî bêdeng e.

Di qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina şûnwarên dîrokî de gelek pîvan hene, ji van pîvanan; divê şûnwar û tiştên derdorê neyên hilweşandin, talankirin, dizî û xerabkirina şûnwaran qedexe ye, şûnwarên têne veguhazandin nabe werin desteserkirin, pêşî li tedbîrên tolhildana ji şûnwaran were girtin, nabe aliyê dagirkerr nêzî van şûnwaran bibin, mafê aliyê dagirkirî heye ku şûnwarên xwe biparêze û karên xwe li deverên dîrokî berdewam bike û nabe aliyên dagirker astengiyan jê re derxînin.

Li gorî qanûnên cezayan ên navneteweyî, peymana Lahay a 1954`an û peymana Cinêvê û Protokolên wê talankirin, dizî û wêrankirin û veguhestina deverên dîrokî sûcên şer in.

Gerînendeyiya Şûnwaran a Herêma Efrînê piştrast kir ku di meha Mijdarê derbasbûyî de, aartêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê 13 girên dîrokî bi alavên giran kolandin."

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Têkildarî mijarê Endamê Gerînendeyê Şûnwaran ê Herêma Efrînê Selah Sîno got: "Li gorî belgeyên me di Mijdara îsal de li herêma Efrînê 13 girên dîrokî hatin wêrankirin. Belgeyên me xwe dispêrên wêneyên ku bi rêya peykê hatine kişandin, ji ber ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê nahêlin ku tu kes nêzî deverên ku bi alavên giran têne kolandin û wêrankirin."

Gerînendetiyê diyar kir ku girên hatine talankirin û kolandin ev in; Girê Şêx Abdurehman, girê gundê Îska, girê Firaq ê li gundê Firêriyê yê girêdayî Cindirêsê, girê Keşor ê li gundê Sorkê, girê Hisên Nasir ê li gundê Qerebaba yê girêdayî Raco, her wiha li navenda Efrînê jî, girê Comkê, girê gundê Bîbarê, girê gundê Til Tewîl, girê gundê Maratê, girê gundê Kefer Rûmê, girên Bîra Avrazê û gundê Xazyana yên girêdayî Mabata û girê Eboş ê girêdayî gundê Gemrûkê.

Selah Sîno destnîşan kir ku armanca dizî û xirabkirina deverên dîrokî ew e ku dîroka Efrînê ji holê rakin û di heman demê de li herêmê guhartina demografiyê çêkin.

Endamê Gerînendeyê Şûnwaran ê Herêma Efrînê Selah Sîno di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên peywendîdar kir, şûnwarên Efrînê ji xirabkirin û talankirinê biparêzin."

 

Serepeyv